ivîsîn rêyeke bê dawî ye. Rêya ber bi dilê ristê ve ye û rist hebûn e.
Rê ne heman gulîstan û lalezar e. Rê guherîn e.
Rê cihê guherînê ye û guherîn bedewî tevger û bizav e!
Nivîsîn ku rê ye! Tekez yekek ji pîroziyên herî rewa ye ku Xwedan tiliyên hozanvan sezayê wê pîrozbahiyê dîtine.
Rê hezkirin e û ku hat Xwedan ew hez û hezî....!!!
Ew tovê jiyandar di jîngeha hunerzad de çand êdî veger ji rê nîne?!!
Êdî vegera aşiq ji rêya maşûq zor e ?!!
Rêya ku zadê Kor bi rastî ketibe ser rêya roniyê veger jê nabe!
Vegera jê... xwekuştin e?!!!
Na... ne hêsan e ku afrêner tovê hezê sêdar bike û dest ji rê berde çimkî rê hezkirin e û hezkirin rê ye??!!!