Sê Rojên Mê
  • 4 İŞ GÜNÜ
    İÇİNDE KARGODA
  • Basım Yılı
  • Sayfa Sayısı
    80
  • Kağıt Türü
    Kitap Kağıdı
  • Ebat
    13,5 x 19,5
  • Dil
    Kürtçe
  • Cilt Durumu
    Karton Kapak
  • ISBN-13
    9786257085953
"Sê rojên mê" ji sê çîrokan pêk tê ku nivîskarê wan çavdêr û maxdûrî  wan hersê rojan e. Çavdêriya di rojên dagirkirina Efrînê de êş û azara sê jinan e. Gava nivîskar ji nû de wan êşan dijî; em jî pê re diêşin û ji nêz de dagirkerên cilreşrûdirêjbiçekbixwîn dibînin. Bi van sê rojan re wê hêrs û kîna we zêde bibe.Xwezilxwezilxwezil...

"Sedema bingehîn a ku hişt ez berbivan çîrokan ve biçim jin e. Jina ku li welat dijî jina ku di rewşên şer de têkoşîna berdewamiyê dike jina bindest. Bindestê civakeke bi pirsgirêkên xwe bi xelkê û dijmin û bi berxwedaniyê re mijûl e da ku giha astekî ku jin ji sînorên hizirandinê bi dûr xist. Tevî ku weke li rojhilata navîn tê naskirin ku jin nîvê civakê ye tevî ku di xizmeta civakekî tev de ye lê mixabin ewa di jiyana rastî de ya herî qels e bi tevger deng û hawarên xwe. Di "Sê rojên mê" de min weke li hurdekên jiyana jinê li welêt û di rewşên herî dijwar de yên ku mirov têre derbas dibe taqeke biçûk vekir. Ew bûyeran di sala 2018'ande çêbûn ango di rojên despêkê de dema ku Efrîn hat dagirkirin û lehengên çîrokan hemû ji rastiyê ne hemû ez bi xwe wan nas dikim û mîna ku çîrokek be û ez bi xwe di bûyerên wan re derbas bûm. Belkî tenê nav hatine guhartin lê ew hemû tevlî me li ser erdê jiyan dikin an jiyan dikirin. 10 Ew sê beş in bûyerên sê rojan e sê keç in û her wiha rastî jî sê caran tê tekezkirin. Mabesta min ew bû ku ez bûyerên wan tomar bikim ku her xwendevanek nas bike jin bêtir çawa hîs dike û jiyana wê çawa tevlî civakê didome. Min xwest ew çîrokên han bibin nimûne da ku hin xalên paşketî werin çareserkirin û yên balkêş bi kêmanî werin naskirin."

Nûjîn Qido Almaniya Bonn 12.03.2023
Ürün Kategorileri
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
 
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
FIRSATLAR
Taksit Anlaşmamız Bulunan Kredi Kartları
Güvenli Alış-Veriş
Sosyal Medya
© 2024 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır