Bêguman her kesek rabîrduya axa ku li ser dijî reh û riç malbat û binemala xwe meraq dike. Lewma di mijara rabirdûya (mêjû yan dîrok) xwe û axa xwe de dikeva nav hewldana tevger û lêpirsînan. Ji bo însên daxwaza hînbûna rabirdûya wî û axa wî rûdaneke normal e. Ew hewldan ji bo kesên xwedan wijdan peywir e û ew peywir jî pîroz e. Bi vê yekê ve girêdayî ev xebat ji bo kesên ku mêjû û rabirdûya Adiyeman (Semsûr) û derdora wê ji xwe re dike mereq çavkanî û kanek e.
Ev berhema di destê we de ji sê beşan pêk tê:
Di beşa pêşî de; Êl hoz (eşîr) kom û binemalên (bav û bavik) ku di serdema Osmaniyan de jîr û jiyara xwe li herêma Semsûrê diborandin bi awayekî tesnîfkirî hatine nivîsîn. Ew êl hoz û binemalên ku di navbera sedeya 16 û 20'an de li herêmê xuya kirine tevî şûn û warên wan hatine nasandin pirsên ku di der barê wan de mijara meraqê ne li gor belgeyên arşîva Osmaniyan hatine bersivandin.
Di beşa duduyan de; Rewşa êl hoz û binemalên Kurd ên ku di salên derdora 1970'yî de li herêma Semsûrê û derdorên wê dijiyan hatiye nivîsandin. Ew tespîtên di vê beşê de li gor xebat û raportên Serpiriştiya Giştî ya Leşkerî (Genelkurmay) a Komara Tirkiyeyê hatine kirin.
Di beşa paşîn de; Rewşa êl hoz û binemalên ku îro jî jîr û jiyara xwe li herêma Adiyeman (Semsûr) û derdorên wê diborînin lê êdî ji vê pê ve nikarin bi dab û nêrîtên hozeyatî ('eşîretî) tev bigerin hatine nasandin.
Di vê beşê de li ser wateya navê êl hoz û binemalan hatiye rawestîn. Der barê mêjûya (dîrok) êl hoz û binemalan ya kurte de hin agahî hatine dayîn. Li ser dîn û ayîn (bîr û bawerî) nijad û zar û zimanên ku ew êl hoz û binemal pê diaxivin hin agahî hatine parvekirin. Herî dawî jî der barê şûn û warên wan êl hoz û binemalan de hin zanîn hatine parvekirin.
Hêvîdarim xwandina vê berhema ku bi şeklekî nexşeya genên herêma Semsûrê û derdorên wê ye tameke dîrokî di bîra we de bihêle û bibe bersiva pirsên we yên der barê herêmê de...