Kurdolojî wek dîsîplînekî zanistiyê di bin sîvana zanîngehên welatên Rojava de geş bûye. Helbet derbarê Kurdnasiyê de ji bilî xebatên zanistan; seyahetname an jî yadaştên mîsyonerên oldar bazirgan seyah şervan casûs dîplomat arkeolog endezer û baldarên ku di demên cuda hatine heremê jî cihekî girîng digre.
Wêjeya derbarê alema Rojhilat û Kurdistanê ku li ser hîmê van şahidiyan peyda bûye vê heremê wek cihekî egzantrîk liqelem daye û di encam de bi giştî derbarê Rojhilat de baldariyeke ku wek 'orientalîzm 'tê bi nav kirin peyda bûye.