Amadekar/Lîjne: Bahîz Omer Ehmed Bahoz Baran Behrûz Şucaî Deham Evdilfetah Dilawer Zeraq Dilbirîn Evdila Evdilwehab Xalid Mûsa M. Malmîsanij Mahmûd Lewendî Mehdî Caferzade Mihemed Teqewî Mistefa Aydogan Mîkaîl Bilbil Newzad Hirorî Samî Tan Şoreşvan Adil Zana Farqînî Zulkuf Ergun Rastnivîsîn qayîdeyên zimanê nivîsînê dîyar dike û rê li ber tevlihevîyan digire. Kurmancîya nivîskî li gor demên berê îro di gelek warên jîyanê da dihê bikaranîn û pêwîstîya wê bi rêbereka rastnivîsînê heye. Ji bo nivîsîneka baş birêkûpêk fambar û herweha ji bo berlêgirtina tevlihevî û sergêjîyan qayîdeyên zelal şert in. Lewra gava ku qayîdeyên rastnivîsînê yên li ser bingehên navbirî hebin xwendin hêsantir û zelaltir dibe û rê li ber têgihîştinên şaş venabe. Weqfa Mezopotamyayê di bin banê xwe da bi beşdarîya gelek zimannas û lêkolînerên kurd Komxebata Kurmancîyê ava kirîye. Ev pirtûk bi hewildana Weqfa Mezopotamyayê ji alîyê vê Komxebatê ve di du salan da hatîye amadekirin.