Ev xebat wek gelek mînakên destpêkên ji bo felsefeyê li ser çend mijarên ramana felsefeyê disekine û wan dinirxîne. Di vê xebatê de ramana felsefî wek pênaseyeke giştî tê pejirîn ku mebesta me ji vê hem Felsefeya Rojava hem jî disiplînên wê yên bingehîn in. Di vê pirtûkê de em ê lisê mijarên sereke yên felsefeyê bisekinin ku heya niha di gelek xebatên li ser felsefeyê yên zimanên têvel de hatine nivîsîn. Van mijaran zanînnasî (epis-
temology) hebûnnasî (ontology) û sincnasî (ethics) ne. Ev hersê mijar ji destpêka felsefeyê ango dema felsefe wek ramaneke bipergal û birêzik derketiye pêş heya îro bi şewêyê cûrbicûr hatine nîqaşkirin. Li gor şertên civakî çandî bêhtir jî yên ramyarî/siyasî (political) û aborî Herwiha Li gor pêşveçûnên zanistî teorî û nêrînên derbarê van mijaran de jî guherîne û teoriyên nû derketine pêş.
Ji ber ku felsefeyê bêhtir teşeya xwe ya ramanî bi şêweyeke pergalî li Rojava ango li Yewnana Kevin bi dest xistiye me jî mijar li gor nêrîta Felsefeya Rojava rave kir û nirxand.
Di vê xalê de em dikarin bibêjin ku ev xebat wek danasîn û şayesandina sê mijarên sereke yên felsefeyê bi zimanê Kurdî ye. Bi rastî girîngiya xebatê di pişka hevokê ya duyemîn de ye. Lewre ebesta me ne tenê danasîn û ravekirina sê mijarên felse-
feyê ne ji xwe ev tişt têra xwe bi zimanê din têne kirin. Mebesta herî girîng ya vê xebatê ev e ku di zimanê Kurdî de ramana felsefî bi şêweyeke hizirbar razber û pergalî bîne ziman. Bi gotineke din armanca pirtukê ya sereke bi peyv û têgehên Kurmancî teşedana ramaneke razber e.