Dîwançeya Seyfiyê Şoşî
Dîwançeya Seyfiyê Şoşî
    • Basım Yılı
    • Sayfa Sayısı
      196
    • Kağıt Türü
      Kitap Kağıdı
    • Ebat
      13,5 x 21
    • Dil
      Kürtçe
    • Cilt Durumu
      Karton Kapak
    • ISBN-13
      9786257568906
    100,00 TL
    70,00 TL
    ÜRÜN SATIŞ DIŞI
    Sedsala XVIII. û XIX. hem ji bo cîhanê hem ji bo gelên rojhilata navîn bi taybetî jî ji bo gelê kurd sedsaleke gelekî giring e. Di vê sedsalê de veguherînên mezin dest pê kirine û di dawiyê de jî tabloyên balkêş derketine pêş. Her çend şopên van veguherînan di nav helbestên şa'îran de bi aşkereyî neyên dîtin jî tesîra wan li ser şaîran gelekî maye.
    Şer û gengeşî têkiliyên mirovan hest raman û hizra wan a tesewufî di nav helbestan de bi şiklekî edebî û hunerî hatine beyankirin. Seyfî jî yek ji wan şa'îrên giring yên vê serdemê ye û girêdayî terîqeta Qadirîyê ye têgehên termînolojiya Qadirîyê (têgehên tesewufî û navdarên vê terîqetê) di helbestên xwe de bi kar anîne.
    Seyfiyê Şoşî di sedsala XIX. de jiyaye û helbestvanekî mutesewif ê herêma Behdînan e. Heta demeke nêzik ji aliyê cîhana kurdolojiyê ve nehatiye naskirin. Mixabin der barê jiyan û berhemên wî de zêde ma'lûmat nînin. Pêzanînên der barê wî de jî bi gelemperî ji helbestên wî hatine derxistin.
    Seyfiyê Şoşî destnivîseke hêja bi şêweya keşkûlekê nivîsiye û ew heta roja îro hatiye. Di nav wê destnivîsê de cure cure helbest û berhem hene û ev destnivîs gencîneyeke edebiyata kurdî ya klasîk e. Seyfiyê Şoşî ev destnivîs di navbeyna salên 1780-1786an de nivîsiye. Ev berhem cara yekem bi xebata Tehsîn Îbrahîm Doskî û Muhsîn Îbrahîm Doskî derketiye meydanê û Şoşî bi vî awayî hatiye naskirin.
    Ürün Kategorileri
    YORUM YAPIN
    Yorum Başlığı:
    Yorumunuz*:
     
    Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
    Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
    Hata Detayı:
    FIRSATLAR
    © 2025 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır