Di şi'rên edebîyata Klasîk de temayên sereke ev in;
dîn tesewif felsefe şîn (mersîye) pesin (medhîye)
pend (şîret) û hîkmet in. Di van temayan da hin tema û
mijar ji hest û ramanên şa'ir ji hizr û bawerîyên şa'ir
dabin der jî rewşa civakî çandî dînî sîyasî ya serdema
şa'ir jî kartêkirînekê li tema û mijaran dike. Di edebîyata millî da tevî hin temayên edebîyata klasîk temayên civakî çandî û sîyasî hizra hişyarkirina gel avakirina
hafize û bîrewarîya civakî wek temayên sereke di şi'rên
şa'irên millî da derdikevin holê. Evîn hizr û ramanên
şa'irî derbarê mijarên cûrbicûr di şi'rên serbest û gelerî
da bûne mijarên şi'ran.
Xemkûr ger şai'rekî yekalî nûnerê edebîyatekê bi
tenê bûya meyê dê bikaribûya bi berfirehî mijar tema
û cureyên şi'rên wî rave bikira. Bi sedema zêdebûna
mijaran emê li jêr li ser mijar tema û cûreyên şi'rên wî
yên sereke bisekinin.
...
Newrozîye yan Newrozname cureyek edebî ye. Ji
bo pîrozbahîyên newrozê şi'r û stranên taybet li ser
girîngî û rewşa cejna newrozê hatine nivîsandin dikevin bin vê kategorîyê. Ji şi'rên bi vî rengî re Newrozîye
hatîye gotin. Were Em Herin Newrozê di nav şi'rên
Xemkûr da mînakek e ji bo cûreyên newroznameyê. Di
dîwana "Tûrikên Kul û Derdan" da jî helbestek
Newrozîye tê dîtin. Her wiha di dîwana "Welatê
Wêran" da şi'ra serbest a bi navê Nerwroz jî Newroz nameyeke Xemkûr e.