Gava mirov li dîroka edebîyata kurdî ya nivîskî dimeyzîne rastî gelek
alfabeyan tê. Kurdan li gor şert û mercên bi cih û dem ve girêdayî alfabeyên cuda bi kar anîne. Ev tiştekî zor asayî ye. Lê em di heman serdemê de bi heman zimanî ji hev fêm nakin an jî di fêmkirinê de zehmetîyan dikêşin. Bes ne cudahîya di navbera axiftinê de bikaranîna alfabeyên cuda jî ev zehmetîye zêdetir kiriye. Gotinên me ji me re bîyanî tên. Ev rewşe ji bo edebîyata kurdî ya nivîskî birîneke germ e. Mirov dikare vê birînê bi danûstandineke xurt bicebirîne. Xebatên ku di edebîyata kurdî de bi alfabeyên cuda tên kirin divê li gor qaydeyên zimanê standard tîpguhêzîya wan xebatan bê kirin. Wê gavê dê edebîyata kurdî ji alîyê çavkanî mijar û xebatan ve jî berfirehtir û dewlemendtir bibe. Ev jî ji bo pêşkeftina edebîyata kurdî derfeteke girîng a sûdwertinê ye.