Helbest kanîyek e ji dil dizê. Helbestvan ji dilê xwe her wekî ji wê hewzê avê dikêşe ser axa beyar û hişk a welatê xwe. Bi dîtin û hizirînên xwe pê li kelemên jiyanê dike. Pif dike dîrokê û tif dike zulm û nedadiyê. Helbestvan bi pê likên peyvan hildikişe ser ezmanên ramanan. Ramanên xwe bi ezmûnên xwe av dide û hunguvê gotina xwe ji çî çekên baxçeyê xwe digire. Êş û janên xwe ji êş û janên gel û jiyanê diwelidîne disêwirîne diseyîne û di şiklê helbestê radestî civaka xwe dike. Peyv pir bi qîmet e ji bo helbestvan û herwiha ya ku tehtê helbestê nerm dike û bi hestiyên xwe helbestê avasaz dike jî bêje ne. Lewra ew di şûna şûr de ye herwiha mertal e jî. Bi peyvan peyaman diçikîne di ruhê newzad û wicdanên biha de. Diya Ciwan yek ji wan şairan e ku heta niha bi vî şûrî çendîn ceng li dar xistine. Bi vê mer talê çendîn berevanî ji jiyanê û ji gelê xwe kiriye. Ev berhema li ber destê we di eslê xwe de ji şeş pirtûkan pêk tê. Yek ne té de her berhemek di serdemeke cuda de hatiye çapkirin û di her yekê de helbestên Diya Ciwan ên ji hev cuda hene... Çendin ku naveroka van pirtûkan bi mijarên xurt mişt dagirtî be jî çendîn ku di nava helbestan de bizotê agir bi xweliyê nuxumandî be jî dîsa zimanê helbestê rê dide ku xwendekar para xwe ji wî agirî werbigire.