Di dîroka her milletî de şexsîyetin hene dibine nasname ji bo gelê xwe. Vêca heke ku em bixwazin Ehmedê Xanî bi cumleyekî tarif bikin dikarin bêjin ku Xanî nasnameya gelê xwe ye. Kesê bixwaze bîr û bawerî 'urf û 'edet îlm û îrfan edebiyat û huner
hest û tebî'etê Kurdan hîn bibe pêwist e ku berhemên Ehmedê Xanî bixwîne û li mîrasa wî meyze bike.
Xanî ji bo gelê Kurd ji bo ziman û edebiyat û çand û dîroka Kurdan ne hema şa'irek e edîbek e rewşenbîreke yan 'alimek e; heman demê de ew rêbere nasname ye û alaya milletê Kurd e ku bi wî tê naskirin û bi wî cihê wan di nav gelên dinyayê de tê dîtin. Vêca mirasa ku Xanî li dûv xwe hiştî ne mîrasek e maddî ye ku merûzê mirin û hilweşînê be. Ew mîrasa ku Xanî li dûv xwe hiştî mîraseke nemir e wê heta hetayê hebe û ronî û geş be.
Xanî xwestiye ku milletê wî jî mîna her milletî cihê xwe di rêza pêşbazîya pêşdebirina şaristanî û medeniyeta însanîyetê de bigire. Herwisa Xanî xwestîye ku milletê wî jî mîna her milletî perwerdeya dînî û fennî bi zimanê xwe bibîne.
Ehmedê Xanî bangewazîyek kiribû û gotibû:
Teb'ê Xanî sedefa gewherê îrfan e welê
Metinxûnek ku neblt sahlbê me'na çi bikit?
Pispor û hezjêkerên mîrasa Xanî bi amedekirin û rêxistina vê berhemê xwestin bibin heleqeyek di rêza wan metinxwanên ku Xanî behs jê kirî û hêvî kirî.