yar di hiş de ye her dem
her bi wê diçe her xem
xwezî evîn bidome
ne umrek hezar serdem
her ew bo min leheng e
bi her tiştê xwe şeng e
ger yar ne di dil de be
dil qutîka bi zeng e
zêrê zer e porê zer
bihna wek bayê seher
çavê şîn şînoka min
dev şerbik e rû qemer
lêv şekirên Şamê ne
can û ten wek camê ne
taya rihanê'w elîf
şebîhên wê qamê ne