Ev destxeta ku çîroka peydabūna wê jî bi qasî wê balkêş e wisa diyar e di warê cureyê xwe de (simatiye) berhemeke tekane ya edebiyata kurdî ya klasîk e. Menzûme aîdî sedsala 19an e û bi şêweya mesnewiyê hatiye nivîsîn. Di nav 186 beytên wê de navê 130 xwarinên cur bi cur derbas dibin ku hinek jê îro hatine jibîrkirin û hinek jê jî bi navê xwe re heta îro hatine. Balkêş e ku ev xwarin li gor cure û cinsên wan çêkirin û çêja wan bi awayekî binyadî hatine rêzkirin. Belê beriya her tiştî metneke helbestê ye lê di heman demê de belgeyeke antropolojîk û dîrokî ye jî. Lewma xelasbûna wê ya ji ber xezeba dîroka vê cografyayê payeya textual survival bexşî wê dike.
Tu behsê ji patîleê qenc bike Çi reng tête xwarin zebanî veke
Digel rûnê teze we toraqa pak Bi zehter welê qenc tenik be jî çak
Eger bête pehtin bi sêlê bixwu We ger bi firinê ye esla mexwu
Hevîr e hevîr e hevîr e hevîr Tu guh dêre vê bendê min ey emîr