Reng li Fesîh çûbû armonîkayê xist bêrîka xwe. Polîşan rahêşt qedehê qurtek vexwar. Tîrêj temîrandin. Qendîl pêxistin. Çû oda xwe ya xebatê. Li vegerê fîstanekî gewez yê rihet û tenik li ser wê bû. Fesîh ji rûpela facebookê ya kesekê ev gotin jiber kiribûn:
"Kirasê wê tenik e
Ba lê dixe hinek e
Kirasê wê sor e
Dora wî bi mor e
Kê çav lêxist
Dawîya wî gor e..."