Kevirekî piçûk di dest de bû bi kevir re mijûl bû; ê şikil bida kevir kevir boyax bikira! Kevir xiste çante. Gavekê meşiya çante bi navmilê xwe ve kir. Dixwest hukmê tîrêjên bi ser eniya wî de dadihatin hîs bike; serê xwe heya jê hat ber bi jor ve bilind dikir ku tîrêj bi serbestî bi ser enî û wechê wî de biherikin. Beden bi wî sivik dibû. Dixwest bimeşe deqê gavê saetê; her wext li her ciyî... Bi xwe re bêyî xwe... Bi xwêdan bi halê ji haldeketî... Kevir û çîrokên keviran rengê keviran yê bi teys yê kûr.