Min têkiliyên dê û bavê xwe dida hişê xwe; rojekê diya min li ser qoltixê raza bû. Wexta ez di ber deriyê odê re derbas bûm bavê min bi rehm li diya min dinihêrî rahêşt şeltek zirav avêt ser diya min. Ew halê wî bû sedem ez li wan temaşe bikim. Wî dest da porê diya min li hember wê rûnişt.