Gava weha got dengê xwe hinekî zivir kir û perdeyek dengî bilindtir kir. Wa papa! Wa Şaturna!
Tîrka çavên wî dakişiyan ser parşûmenê. Wehhw! Ev ji kîjan zemanî ye? Xwedê dizane malmîrato ev ji qulên kîjan mûzexaneyê deranîye? Peh îja! Wîî! Min jarê min pepûkê min pireşê min pişînê! Lê heke rast be?! Heke ev hemû rastî be? Henek û yarî nebe? Pa!.. Pa hingê ez ê çi xwelîya heft gundan bi serê xwe dakim!
Himm! Ez zanim ez ê çi bikim? Qenc e ez dû biçim!? Heke rast be jixwe ma korî çi divêt; helbet du çavên ronî... Heke wisa bû eve min serê lodê girt û bextê min bi min re bişirî. Heke neweyî be jî çirayê çu kesî heta berbeyanê namîne pêxistî dê rast û xar li hev aşkere bibin. Welhasil di encamê de dîsa ez ê bi her du awayan jî bi kêrî xwe bêm û qeçune ez ê bigihêjim derencamekê.