Mîna çiyayekî perên xwe vekirin. Heçku dê hemû sûskewên dinyayê lê bilûsin û dê hemû destên ku di valahiyê de qerisîne pê germ bibin.
Mirov îlem li ber paxilekê germ dibû û îlem piştek diviya jê re; germ û aram. Da ku tê de binve. Heke dil biqerise û tîhna wê paxila hezê wê singa evînê seh neke li nav doşek û lihêfên qedîfe her qerisîye her cemed e her bi sirê dibihûre... Sir dibihûre sir digire. Sir diqerêse dil dike asin dil dike kevir.
Min dî got: Dinyaya min a biçûk û germ.. Çimkî Min dizanibû kengî ruhê min li ber ba û sermayê biqerise destekî dostane xwe ber min ve dikir. Destê wî dostî.. Wî dostê min ê ji paxila Simbî mişext bûyî û xwe li ber palên Alpê girtî.
Min piştî bîst salan ew dît. Sermaya Alpê bi yek carî li min bû honikahiya zozana Berçelan.