Di Dîwana Kurmancî de nav û helbestên Elî Herîrî Feqîyê Teyran Melayê Bateyî Melayê Cizîrî Mela Mensûrê Girgaşî Mîna Macin Sadiq Bekir Begê Erzî Pertew Begê Hekkarî û Şêx Nûreddînê Birîfkanî hebûn. Min heta wê rojê navê Elî Herîrî Feqîyê Teyran Melayê Bateyî Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî ji hêre ve wê ve bihîstibûn. Lê navê Mensûrê Girgaşî Mîna Macin Sadiq Bekir Begê Erzî Pertew Begê Hekkarî û Şêx Nureddînê Birîfkanî qet nebîhîstibûn. Li gel navên van helbestvanên Kurd mînakên helbestên wan jî hebûn.