Zilamek dîn diçe cem yekî alim û jê re dibêje: Eger tu xaniyekî ji min re ava nekî ez ê çêra û xeberan bidim Weysilqeranî. Vêca alim ji yê dîn re got: Na çêran neke Weysilqeranî ez ê ji bo te xaniyekî ava bikim. Seyda rabû pê tiliya xwe çend xetik li ser berekî dan û got: Eve mezela mêvanan e eva henê mezela zarokan e eva he jî mezela qafquluçka ye. Ma ne bes e û têra te nake? Zilamê dîn got: Belê temam e û rêya xwe digire û diçe. Vêca yê dîn çiqasî ku bêhna wî teng bibûya û aciz bibûya wê dîsanê biçûya cem seyda û bigota: Seyda heke tu xaniyekî ji min re ava nekî ez ê çêran bikim Weysilqeranî. Di her carê de Seyda xaniyekî weke yê ewil jê re çê dikir û yê