Bi derketina bedkariya insan li ser inşani re em dibinin dijiti di navbera siyaset û dîrokê de dirust bûye û dest pê kiriye. Madem dîrok zanístek e imkana têgihiştin bi niha û nivisandina ayinde tine meydanê siyasetmedaran di çarçoveya siyasetan de û bi pë pêwist ketine hewlê çavlêgerandinê û ji nû ve rêkxistina dirokë. Ji ber vê em dikarin bêjin: di armanca dijîtîya navbera dîrok û siyasetê de dîrok bi ser du awayan ve hatîye parve kirin "dîroka resmî" û "dîroka neresmî" û her yek ji wan xwedîyê serpêhatîyeke xwe ya taybetî ye.
Dîroka resmî bi awayek tê rêkxistin ku li ser bisekine gelo çînên desthilatdar yên civata insaniyetê çawan gihiştine vê seviyeyê û ber bi kîjan milî ve pêşve diçin ku armanc û mebesta şerîyetpêdana bicihanîna hêzên desthilatdar tê de hebe. Desteyek ji ber hinek sebebên diyar armancên xêrdar diyar dikin û siyaseta rojane di nav şertên dîrokî yên welat de bi awayekî mantiqî yê diyarkirî dadirêjin. Ev aw a civatên han rêxweşker in ji bo wê hêzê ku pişta wê digrin yan dibin sebebê şikestina wê heta mejîyê wan bidize. Zanyarîya şaşîyên li ser borî dibin sebebê peydabûna van kil û kêmasîyan bi têgihiştina borî û di dariştina ayîndeyê de û hem jî şaşî û xiyanetên awa awa.