Piştî Şerê Cîhanê yê yekê Şêx Mehmûd yek ji kesayetîyên yeke- min yê hereketé neteweyî yê kurd û di eyni wexti de jî sembolé neteweyî yê neteweyekî yê dijî bi mezintirîn û pirrçektirîn dewleta koloniyalist ya cîhanê. Dema ku mirov li wî dinêre çawan ev serok bi wî ruhé kurdîtiyê li hemberê mezintirín dewleta cîhanê şer kiriye û hetta di nav zindanê de û ji roja dadgehê heta mirinê jî rika xwe ya zêde li hemberé ingilizan neveşartîye mirov fehim dike ev serok bi rasti her bi kurdi jiyaye û her bi kurdî jî mirîye. Lê ev nabe tu wextê bê wê manayê ku Şêx Mehmûd -weki her serokekî din- di jiyana xwe ya siyasî de şaşî nekiribe û ji bo bûye- ran tez û xwendinên şaş nekiribe.
Dîroka Şêx Mehmûd û dîroka avakirina dewleta (Iraq)ê û siyaseta koloniyalizmê ya Britanyayê li navçeyê îhtimal e ji hev nayê cihê kirin. Ne bêsûd e heke em vê bêjin ku Ingiliz di dawîya nîvê yeke yê sedsala 19an de gelek bi germi dijîtîya hemî hewleke neteweyî ya kurdan kirîye û îhtimal e heta destpêka dawîya Şerê Cîhanê yê Yekê de Ingilîz gelek ji İmparatoriya Osmanî û Qacarî zêdetir dijîtîya pirsa kurd kirîye û di dawîya Şerê Cîhanê yê Yekê de jî raste rast îhtimal e ji hemî gelekî zêdetir guleyên topan û firokeyên şer û hemî awa çekan li dijî kurdan bikar anîbe.