DESTPÊK
Bi navê Xweda ez dikim ibtîda
Hemdê bêdawî ez didim bo Xweda
Selat û selamên Xwedayê Ehed
Li ser pêxemberê dawî be bêhed
Li ser Al û Esahab û Etba'ê wî
Ku wan gihandin me hedîsên ewî
Xweda tu rehmê bik li wan hemîyan
Tu me jî bêpar nekî ji xêra wan