Zeynebê
Him gul e him rihan e
Hesreta dilan mîna çûçika qazan e
Li mal dimeşe mîna werdekan e
Him rind û him jî bedew e
Gulîsor e pordirêj e
Dev piçûk e poz pîjîn e
Sûret sor in xalxalî ne
Çavên wê xweşik û xezalî ne
Bijangên wê yên reş bi ser de dixemilîne
Gava xwe dixemilîn e
Gava li mal çavên min wê dibîne
Bezê ser dilê min dihelîne
Hiş û sewda di serê min de namîne
Tu divê ew gul û hem rihan e
Bîn dide mînanî pîltan e
Bi xwe Zeyneb e
Him rih û him jî can e
Ji min neke gazinc û loman e
Ew kezeba kezeba min e
Navê wê delalê Zeyneb Xan e