Ey dîlberê pir şêrînê tu hêjaya her dîlbera
Nazik û gewr û şepalê maşuqa dilê dildara.
Zulf û biskên reş û belek li ser dêmanê sor gulî
Awurên tûjî wek tîran disojin merg û dilî.
Ji ber derya evîna te ketin em ber mewc û pêlan
Bi vê janê me burandin. zeman û hêwan û salan.
Şev û rojên me derbasbûn. bi azar şîn û xiyalan
Nebûn jovan ji vê jînê jîna xwe dan gor û kêlan.
Te agir kirye nav dilan herdem xerîbî biyanî
Bi qeydan tem kirin dîlê her du çavên ji kevanî.
Reşbelekin çav bi heybet nagrin ji kilên sibhanî
Jar û xemgîn û pîr û kal te em kirin bi hêsanî.
Di cihande hebû me can rih ji te re kir diyarî
Keyf û şahî me qed nedît herdem bi êş û kuldarî.