"Dayika Dilmayî" pirtûkeke çîrokan e ku mijarên civakî û siyasî yên serdema me radixîne ber çavan. Nivîskar di vê berhemê de bi taybetî li ser serpêhatiyên koçberiyê encamên şer rewşa penaberan û hesreta welat disekine.
Çîrokên di pirtûkê de rewşa giştî ya şer û bandora wê ya li ser jiyana mirovan jî bi awayekî berfireh nîşan didin. Nivîskar bi vê yekê re aliyên şerxwaz jî rexne dike û kirinên wan radixe ber çavan.