Ne ji erdê ne jî ji ezman hawareke xêrê hebû. Di wê
hewa sar de berf wek ardê ku eleg bibe dihat xwarê bayê
berfa erdê û ya dibarî li hev digerand û te digot gey hemû
hêrs û xinca xwe ji Rustîyê reben digirt. Bager û bahozê
berf û baran di ser serê Rusti de wek ardelina as dirijand.
Li havirdor û xwezayê de xênji dengê bayê hemû deng
hatibn birrên û tenêbûna sevê birçibûn û tirsa mirinê li
nav hev ketibû. Rusti di vê rewsê de û di bêbawerîya xilas-
bûnê de mirina xwe difikiri. Li ser patika xwe sermahiya
mirinê his dikir û êdi dizanibû ku xilasbûna wi ji wê behra
berfê û tipiyê tune ye. Rêwitiya wi ya îro bager bahoz û
berfa iro bûbû «Ruhsin» ê wi.
Her wiha bêçare û bêhêvi dimine. Dilê xwe de dibêje:
- Xwedê ya Rebbi di nava vê berf û búzê de tuyê mirina sar biki para min?