Deryayê Nairîyan ê jorî yê avên wi sîn û weki rondikên çavan zelal jî di nav bêdengîyê de bû. Tîrmil dol newal banîyên doranên Tûsbayê di nav giyan de xemilibûn. Bax-çeyên navenda bajêr ên ku pirani ji darên fêki û spindaran pêk dihat bi taybeti hejmara rêzen betên û kendal xemilan-di delalîyên derdorên Tûsbayê zêde kiribûn. Girseya gada dêlîndezê de cih girti weki peykerên seneman berê xwe zivirandibûne gralê nû Rûsa. Axiftina bi wan peyvan ve hati destpêkirin li rûyê kevirên doranên dergehê Xaldi deng veda:
"Ez Rûsayê kurê Argesti
Qralê bihêz qralê yekitîya
Welatê Biaînîyan yê ku ji cengê natirse
Sivanê gel gralê xwe bi ewle
yê ku dijberên xwe têkçûyi dike
yê ku hevnirên wi tune
Serwerê bajarê Tusbayê.
Ez bi hêza yezdanê mezin Xaldi ve
rûnistime li ser textê gralyetê cihê babê xwe.
Yezdan Xaldi bihêz e rima wi jî hêzdar e."