Ev berhama nivîskar ya duyem e. Nivîskar helbestên xwe li ser welatparêzî şoreşgerî hevaltî û bedewîya Kurdistanê honandine. Mirov di helbestên nivîskar de eşqek mezin dibîne; ew eqş jî eşqa Kurdistanê ye. Nivîskar karîye bi pênûsa xwe ya dewlemend cihekî xwe yê taybet çêke di dile xwînerên xwe de. Nivîskar bi pênûsa xwe mirov dibe li deşt û zozanên Kurdistanê digerîne ava kanîyên sar dide mirov paşî mirov ber bi xeyalên azadîyê ve dibe. Di dawîya her xeyalê de mirov çîrûskek ji çirûskên azadîyê dibîne û hêvîya welatekî azad di mirov de geş dibe.