Erê... Heger aniha ev dêya min be way diçe mala xwe. Lê belkî dêya min neçûya malê û berê xwe biguheranda ber bi perê bajêr ve bimeşiya. Belkî biçûya heta mala Zeryayê. Û tew belkî berê wê û zirneciyê xort ê mitirb soz dabûna hevdu û li wir hevdu bidîtana belkî di wê tariya ku ketiye erdê de Zeryayê çayek ji wan re çêbikira û bi kêf vexwarana. Û piştî wê bi lezgîni bihata li deriyê textînî ku ser wî sackirî bixista û dapîra min Îkramê bihata derî li qîza xwe vekira.... Belê... Li pey xeyala dêya xwe di nav çarşiya bajarê F'yê re hatibûm li ber mala xwe sekinîbûm ew mala ku deh salan ez tê de bi dapîr û kalikê xwe re bê navber jiyam dû re çûm lîseya bi razanî ya dewletê...
Di romana "Bavê Min ê Mitirb" de: tebeqeyên jiyana civakê ya kesan û girseyan hevberkirina dem cih war û bajarên du welatan; vederkirin cudadîtina mirovan a ji civakê û evînên bikeresat di pêvejoya windabûn û gera li kesekî mitirb de bi vegotinên cuda dibin yek û bi pênûsa M. Çiya Mazî derdikevin pêş çavan.