Şer zilm û koçberî; axirî dagîrkerî bi tenê jiyana xizanan şerpeze nake. Ew herweha jiyana wan kesan jî serobino dike ku berî van qewimînan jiyaneke wan ya maqûl hebû di civatê te de xwedî qedr bûn û ew potansiyela wan hebû ku dikarîbûn pê ew civat veguherandana.
Jan Dostê ku romannivîsekî hoste yê zimanê me ye vê carê bi çav û devê Kamîranê piçûk bi hûrnihêrîneke dilzîz berê me dide çîrokeke rastîn; Dost wextê dagirkirina Efrîna kesk/Efrîna zeytûnan û bi mînaka malbata Kamîranê zarok trajediya bi serê hemî niştecihên bajêr hatî vedigêre.
Vegêraneke têr-kitekit; veguherîn û têkşikestinên bi qasî hebûnê berfireh ku dê tu carî necebirin.