Di şeveqa her sibehê de
Şewla kenê te yê dilmê
Wek gilokeke tîroj
Li nav çavên min dide
Û bi kuskusandina gizikên ciwan ve
Hiş û sewdan di serê min de nahêle
Şerpeze dibim
Û perîşan dibim.
Ma çewa bikim
Ne sûcê min e ha!
Dilê birîndar û têr evîn
Hew dikare xwe li ber hisreta te
Hisreta dîtina te
Û hisreta giyana te
Ragire.