Bertolt Brecht'in 1939 yılında kaleme aldığı ünlü oyunu "Cesaret Ana ve Çocukları" dramaturji notları ile beraber ilk kez Kürtçe-Kurmancî'de.
Dayika Wêrîn Û Zarokên Wê di dîroka teatroyê de yek ji lîstîkên herî baş ku li dijî şer e. Brecht û hevalên wî di 1939'a de ji dagiriya Naziyan direvin û derbasî Swêd dibin. Piştî vê bi 5 mehan Almanya Polonyayê îşgal dike. Û Brecht bi hêrsa li hemberî vê îşgalê Dayika Wêrîn Û Zarokên Wê dinivîse. Ev lîstika ku babeta wê têsîra wêranker a şerên Ewropayê ye xefleta çîna navîn ku dixwaze ji şer fêde bigire rexne dike. Ev lîstik li Almanayayê encax di sala 1949'a de weke lîstika ewil a Berliner Ensembleyê tê pêşkêşkirin.
Lîstik di hengama şerên sîsalî 1624-1636 de derbas dibe. Dayika Wêrîn Anna Fierling ligel sê zarokên xwe yên ku bêyî nikah peyda bûbûn û her yek ji mêrên cuda cuda bûn li qada şer digere. Bi erebeya xwe ya bi şeklê konê ku wek dukanekê bi kar dianî ji leşkeran re tiştan difroşe û debara mala xwe dike. Di tevahiya lîstikê de têdikoşe ku zarokên xwe ji şer biparêze lê zarokên wê yek bi yek têne kuştin; şerê ku zikê wan têr dikir riya mirina wan jî vedike: Schweizerkas (Pênêrê Swîsre) dibe qurbanê duristiya xwe Eilif qurbanê wêrekiya xwe Kattrin jî dibe qurbanê mihribaniya xwe. Dawiya lîstikê de Dayika Wêrîn tenê maye êdî erebeyê bi xwe dikêşe û qirardar e ku dê dewamê li rê bike.