Mem û Zîna Ehmedê Xanî
divê ne tenê bi çavê çîrokekê an destanekê bê dîtin;
lewra Ehmedê Xanî ev kitêba xwe ji bo ku deryaya dilê xwe
biniqutîne ser rûpelên dilê me
kiriye hêncet û behaneyek.
Herwekî ji zarê wî yê şekirîn ev rêzikana rijiyane:
Şerha xemê dil bikem fesane
Zînê û Memê bikem behane
Ne'xmê we ji perdeyê derînim
Zînê û Memê ji nû vejînim