Her civakek çi qasî rabirdûya xwe û qonaxên guherînan nas bike ew qasî dikare li ser erdnîgariya xwe bi dînamîkên xweserî xwe bijî û bi hebûna xwe berdewam be. Gelê Kurd ê ku bi hezaran salan e li Kurdistanê li ser axeke berfireh jiyaye timî bi guherînên trawmatîk re rû bi rû maye lê tevî têkçûnên derbaskî hatiye di vê sedsalê re derketiye.
Gelê Kurd bi saya serê rewşenbîr lêkolîner lêgerîner û wêjevanên xwe dîroka xwe û wêjeya xwe sal bi sal zelaltir dike. Bi vî awayî ji bo ku di warê ronîkirina dîroka Kurd û Kurdistanê de qonaxeke din jî zelaltir bibe lêkolîna balkêş û hêja Kurdistan û Prosesa Îslamkirina Kurdan a ku nameya doktorayê ya Şiwan Osman Mistefa ye ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate çapkirin.
Mistefa ev berhem wekî name pêşkêşî Beşa Dîrokê ya Fakûlteya Zanistî ya Zankoya Silêmaniyê kiriye desteya di binê serokatiya Prof. Dr. Keykawîs Nûrî Qeftan de her wiha ji ber rastiya ku xebatên bi vî rengî kêm hatine kirin ev xebat bi dereceyeke bilind nirxandiye û qebûl kiriye.
Ev xebat ji bilî agahiyên li ser erdnîgariya Kurdistanê ya beriya Îslamiyetê û ew dînên ku wê demê Kurdan perestine di warê dîrokî de reng e bê gotin ku bi tenê li ser dewra xîlafeta Xelîfe Omer e. Ji ber ku ka Îslamiyet kingê hatiye Kurdistanê û Kurd çawa bûne Misilman di çarçoveya dîrokî de pirseke girîng e xwendevan dê di vê berhemê de bi gelek zanyariyên bi hûrgilî bibîne ku Kurd di serdema vê xîlafetê de hatine dagirkirin. Kurd di warê civakî dînî û aborî de tûşî guherîneke wisa bûne ku heta wê demê di dîroka xwe de tûş lê nebûne.
Kurdistan û Prosesa Îslamkirina Kurdan a Şiwan Osman Mistefa bi zanyariyên têrtijî yên der barê vê qonaxa girîng a dîroka Kurdistanê de xwendevanan ronî dike.
Bi wergera ji zaravayê Soranî bo zaravayê Kurmancî û tîpguhêziya ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî ya Ziya Avci.