M
    • Basım Yılı
    • Sayfa Sayısı
      64
    • Kağıt Türü
      Kitap Kağıdı
    • Ebat
      13 x 19,5
    • Dil
      Kürtçe
    • Cilt Durumu
      Karton Kapak
    • ISBN-13
      9786055585471
    90,00 TL
    64,80 TL
    ÜRÜN TÜKENDİ
    Yek ji nivîskarên kurdî ê herî balkêş û serketî Şêrzad Hesen êdî bi kurmancî ye. Berhevokeke ku ji sê çîrokan pêk tê bi navê "M" di nav weşanên Avesta de çap bû. Ji çîrokên di kitêbê de "Gula Reş" û "M" ji kitêba Şêrzad Hesen a bi navê Gula Reş "Maleke ji avê" jî ji Pîre perwaneyên êvaran hatiye girtin. Kitêb ji aliyê Besam Mistefa ve ji soranî bo kurmancî hatiye wergerandin. Weşanxane biryar daye ku hemû çîrok û romanên Şêrzad Hesen bi kurmancî biweşîne. Di dorê de "Xewnî Çalçolekekan" heye bi navê "Xewna Pîrepindan" tê amadekirin.

    Beşek ji çîroka M

    ..nabêjim xaniyê xwe niha ji vê "xwe"ya hanê pir aciz im xwe.. xwe.. xwe. Çiqasî jê bi nefret im. Eger bikarim wê di zimanê kurdî de nahêlim û davêjim. Bila ew û sedemên afirandina wê jî hilweşin. Ew pir hestîgiran û rûreş e bi taybetî ku piştî navan tê bi baweriya min di hemû zimanan de cînaveke kirêt e. Guh bide mêrekî dema dibêje: xaniyê min otomobîla min jina min tivinga min kerê min pêlava min... Guh bide van hemû 'min'ên tehl çiqasî bê çêj in. Hey du hezar tif li vê 'min'ê bibare. Eger mêr bizanin çiqasî bi vê 'min'ê sivik dibin bêguman wê dijî wê protesto bikin û xwepêşandanan lidar bixin wê cade û kolan pir bibin bi mêrên hêrsbûyî û wê panel û civîn saz bikirana da ku bikarin vê 'min'ê ji ziman rakin. Mîna mêrekî werimî bê dûrxistin. Dibe ku deh milyon kes daxwaz ji "Akademiya Kurdî" û navenda paqijkirina ziman bikin vê 'min'ê ji nav bibin. Wek paşayekî sitemkar jineke dawpîs dermanxwarî bikin hemû bi yek dengî biqîrin vê 'min'ê ziman têk daye û bila nemîne bila hilweşe...
    Ürün Kategorileri
    YORUM YAPIN
    Yorum Başlığı:
    Yorumunuz*:
     
    Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
    Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
    Hata Detayı:
    FIRSATLAR
    Taksit Anlaşmamız Bulunan Kredi Kartları
    Güvenli Alış-Veriş
    Sosyal Medya
    © 2024 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır