Mihemedê Hacîzade meleyekî kevn î îranî ku ji aliyê rejîma meleyan a Tehranê ve hatiye xel'îlîbaskirin û li Parîsê penaber e eger peyda bibe bi qaçaxî kar dike bê nasname ye nikare here ciyekî... Ferhad vebêjerê romanê ressamekî kurd li Parîs / Montmartre portreyan çêdike. Bi şev li hotêlekê kar dike: Hôtel Europe. Monsieur Luciana cihûyekî bi eslê xwe portekîzî li Parîs Oxford û Tel Avîv xwediyê milkên mezin doktora xwe li ser şaîrekî îranî kiriye xewna wî ya mezin serdana Esfehanê ye.
Saqî Gulçîn li San Francisco xwediya galeriyeke navdar femînîsteke ehlî keyf... "Hôtel Europe" laboratuwareke Rojhilat û Rojava ye do û îro em û ên din niştecî û biyanî rastî û çewtî raserî hev in.
Û wek di romanê de tê gotin bûyereke piçûk:
"Hertim tekane bûyereke piçûk heye çarenivîsa me destnîşan dike. Lewma em hemû hergav ji xwe re dibêjin: 'Eger ew bûyera ji rêzê neqewimîba ew hemû bûyerên din qet nedihatin serên me.' Tu kes nîne rojekê ji rojan ev gotin ji xwe re negotibe!