Berhemeke bir her awayî nipînû li edebiyata kurdî ya ku ji "nû"bûnê muzdarib e zêde dibe: Em li vir in! Beroj Akreyî ku bi xwe kurmancîaxêv e li Swêdê rojên dawî yên jiyana mirovên swêdî bi farisî û soranî nivîsand kitêb li Tehran (farisî) û Hewlêrê (soranî) derket; li Hewlêrê Besam Mistefa ew wergerande kurmancî nivîskar kurmanciya wê xwend û bi fotoyên eslî yên kesê di çîrokan de li Stembolê di nav weşanên Avesta de çap bû.
Di edebiyatê de ceribandineke nû...
Beroj Akreyî li ser tecrubeya xwe ya nivîsandina vê kitêbê weha dipeyive:
Karkirin ji kesên mîna me re li diyasporayê yan maliştin û paqijkirina hotêlan e yan şûştina firaxan li xwaringehan; yan jî karên ji van girantir û bê nirxtir in. Hevalekî min ê îranî hebû ku li mala pîr û kêmendaman kar dikir. Ez gelek caran pê re rûdiniştim û min li rewş û jiyana wan pîrejin û kalemêrên ku jiyabûn û kar kiribûn û vêga jî ji jiyana civakê îzole bûbûn dipirsî