Ferhenga Navan (Kürtçe İsimler Sözlüğü)(Cep Boy)
Ferhenga Navan (Kürtçe İsimler Sözlüğü)(Cep Boy)
  • STOKTAN TESLİM
  • 24 SAAT
    İÇİNDE KARGODA
  • Basım Yılı
  • Sayfa Sayısı
    160
  • Kağıt Türü
    Kitap Kağıdı
  • Ebat
    10,5 x 18
  • Dil
    Kürtçe
  • Cilt Durumu
    Karton Kapak
  • ISBN-13
    9786055279158
"Ferhenga Navan" ku ji aliyê Mustafa Uzun ve hatiye amadekirin di nav weşanên Avesta de derket. Kitêb ji du beşan pêk tê; navê keçan û navê lawan. Navên bi her sê diyalektên kurdî; kurmancî zazakî û soranî cî digrin.
Mustafa Uzun di pêşgotinê de wiha behsa çîroka çêkirina vê ferhengê dike: "...Fikra berhevkirina navên kurdî ji zû de di bîra min de bû. Piştî mirina kekê min Mehmed Uzun min xebata civandina navan bileztir kir. Dema Xwedê jê razî Mehmed nexweş bû ew ji bo tedawiya nexweşiya xwe li nexweşxaneya Venî Vidî ya Diyarbekrê bû. Hingê ez jî qasî 4-5 hefteyan li ba wî mam. Rojekê Dr. Fîkrî Kutlay û xortek hatin oda Mehmed. Di hembêza wî xortî de zarokekî pêçayî hebû. Dr. Fîkrî got: Berî nîv saetê keçeke vî xortî û jina wî hat dinê. Ew dixwazin Mehmed Abê navê wê lê bike. Mehmed raketibû. Fikrî ji wî xortî re got: Tu dibînî Mehmed Abê razaye hema ez kefîlê wî bila navê keça te Zerya be jixwe navê keça Mehmed Abê ji Zerya ye ew ji vî navî hez dike. Xort bişirî û pirsî got: Wateya Zerya çi ye? Min got: Bi tirkî Deniz e.
Dema Mehmed şiyar bû min jê re mesela hatina Dr. Fîkrî û xortê nû bûyî bav kir. Me dest bi sohbeta li ser navên kurdî kir. Min got divê meriv navên kurdî digel wateyên wan bicivîne û çap bike da ku herkes bikaribe bi hêsanî ji xwe re navan hilbijêre. Mehmed li min nêrî û bi dengekî nerm got: Birako bi gotina divê nabe hema tu ji îro û pê ve dest pê bike û navan bicivîne. Min jî hema bi carekê de got; de ji te re soz ez ê vî karê bikim. Hêvî dikim ev berhevoka navan dê alîkariya dê û bavan xwişk û birayan kal û pîrikan ap û metan xal û xaltiyan bike ku ew navekî li gor dilê xwe ji zarokên malbata xwe re ji bînahiyên çavên xwe re hilbijêrin."
Ürün Kategorileri
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
 
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
FIRSATLAR
Taksit Anlaşmamız Bulunan Kredi Kartları
Güvenli Alış-Veriş
Sosyal Medya
© 2024 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır