ŞÎN BÛM
Ez şîmze bûm weke tayê rahanê
Ez nezan bûm weke xarîbê sînora
Rê min nizanîbû weke zanê bîrewer
Herkes jimira weke bar û elem bû
Şînbûm li bingeha serhildanê
Dayîkâ min nezan û dilovan
Bawê min egît û nêçîrvan
Birayê min şaş û nezan
Xwîşkâ min faqîr û perîşan
Şînbûm di kelha zilmê de
Jîyan felsefa min jibon mirovatî
Diçim dûr bi rojê bi kelem
Haps û zindan male minî dû yemîn
Koçbir û sirgûn bahre min
Şînbûm di dara azadîyê de
Axa û nezan herdem jimira derd û kûl
Hovîtî li ser piştanim barê giran
Faqîrtî nîşane ber çavê min
Evîne welat derdê minî zarokîtî
Şînbûm bûm dar bûm li çîya
Vame ez li vir weke roja hilat
Vame ez dibarim weke barana bûharê
Di barim ketim sînga axê de şînbûm
Bûme qardelan sosin û beybûna evîn ê
Şînbûm bûm welat azadî