Navdartirîn kitêba kurdî a klasîk Mem û Zîn bi ingilîzî hate çapkirin. Berhema sereke a Ehmedê Xanî sîmayê tarîxî yê herî girîng ê kultur raman ziman û edebiyata kurdî berê bi gelek zimanan hatibû wergerandin vê carê jî bi ingilîzî bi wergera zimanzan û lêkolîner Salah Saadalla çap bû.
Kitêba ku ji 256 rûpelan pêk tê ji aliyê wênesaz Mihemed Arif ve hatiye resimkirin û bi çapek taybet bi cildê stûr û fistan hatiye çapkirin. Amadekariya kitêbê ji aliyê Sînemxan Bedirxan ve hatiye kirin û kitêb bi yarmetiya Hikûmeta Herêma Kurdistan û alîkariya weşanxaneyên kurdî Avesta û Spîrêz çap bûye.