Bume Kor
  • 4 İŞ GÜNÜ
    İÇİNDE KARGODA
  • Sayfa Sayısı
    108
  • Kağıt Türü
    Kitap Kağıdı
  • Ebat
    13,5 x 19,5
  • Dil
    Kürtçe
  • Cilt Durumu
    Karton Kapak
  • ISBN-13
    9786056392658
1"Ev roman di tarîxa edebiyata vê sedsalê de merhale-yek e."
André Rousseaux

Di vê romana di dest xwe de jî em pêrgî Hidayetekî dîtir dibin. Ligel ku piraniya çîrokên wî realîzmeke xurt dihundirînin jî (jixwe vê yekê ew di wêjeya nûjen ya Îranê de li cihekî bijare bi cih kiriye) livbazî û bûy-erên Bûmê Kor li derveyî zemên û mekên in. Yên ku bû-yeran parvedikin kesên tîpîk in; a rast varyasyonên tî-pekî ne ku ketiye dilqê şexsên dîtir; van şexsan li gor
zagonên mîtîk ên derûnî vediguhêzin hevdu neqlî hev dibin. Di eslê xwe de bav mam ajoyê erebokê gorvan kalemêrê xurdefiroş û lehengê romanê heman kes in; keçika efsûnî bayader û jina leheng a qehpik jî heman kes in. Jiholêrakirina zemanê normal jî girêdayî vê yekê ye; zemanê niha û zemanê bihurî mîna bîra-nîn xewn û xeyalan bi hevdu ve mehiya ye. Mesûli-yetek di navbera sedem û encamê de nîne mantiqê di çîrçîrokan de wan bi hevdu ve girê dide. Lê belê ligel vê yekê jî bûyera vê romanê jiyaneke rasteqîn destnîşan dike. Tirs bêrîkirin hêvî û bêhevîtiyên di vê bûye-rê de pişkî dişibe yên
ku ji berê de di çarenûsa însên de hene.

Bozorg Alevî
Katkıda Bulunanlar
Ürün Kategorileri
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
 
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
FIRSATLAR
© 2024 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır