Seyrê:
- Bi Yezdanê mezin bi Melekê Tawis bi serê her çar pirtûkên pîroz bikim ku ger tu bi min qayil bî ez ji te û pê ve nivîna xwe li mêran heram dikim. Agirê ku evîna te di hundirê min de pêxistiye ji wê roja min tu dîtiye ve hetanî roja îro her roj dil û hinava min dişewitîne. Lewma min dil daye te û hema ez bi her tiştê te jî qayil im.