BOM BÛm GUm... Bombe dibarin ji qotê Babîlê. Mezapotamîa bûye serrada moxilê û dengê Marşa Osmaniyan bi ser moxilê dikeve. Di qozîka wêneyên vî kavilî de em çend kes qala edebiyatê dikin.
Li gor fikra min jiyan pêdivî ji hebûn û ji mirinê heye loma aliyekî me dimire lê divê aliyekî me jî bijî. Her bijî ji miriyan re; ji bo me yên kêrî mirinê nayên jî her bijî BOMBEBARANA peyvan...
Heterotopîa di serma zivistanê de ber bi canê xwe da ket ber sikrata miriyan lê bi hatina biharê re dîsa peyvên edebiyatê gulîlk vedan. Em ê dev ji edebiyata Kurd-mancî bernedin. Loma me dîsa ji nav kavila Kurmancî kevirên xwe neqandin û me lêkirina dîwarê xwe berdewam kir.
Berga me dibêje jêderkên jiyanê: xwîn hestir û avik e. Ev hemû jî ji mejiyên mirov ve der dibin. Bin hijê mirov jêderkeke her zindî ye: çi mirin be û çi kêf zewq û êş be. Ev jêderka bê ser û bin dibe sîtila pîra pelloxî û di hindurê wê sîtilê her cûr peyv dikelin. Yanî serê her nivîskarî sîtileke qaotîk e. Heterotopîa her car tasa xwe di vê sîtilê de dadike û dide ber we xwendeyên berradayî. Ku tu ne berradayî bî tu azad nîn î. Em ji qlîşeyan direvin loma em berradayînin em berî her tiştî dilxwazên xwendinê nin loma em berradayînin em bêxwedî nin loma em berradayî û azad in.
Bi her sê beşên Heterotopîa min û hevalên xwe ji bo dîrokeke edebî xebatek pêk anî. Her berhem xulamê vê meqseda bi xislet e. Hûn jî bixwînin û daxilî nav vê dîrokê bibin.