"Behişt li qata heftan e u hema ku tu ber bi jer ve werdigeri qata heftan a jererd te hildigire ku dojeh bi zike xwe ye birçi u agire xwe ye gur ramediyaye."
Di berhevoka xwe ya kurteçirokan a li jer nave "Jineke Laşqot" de çiroknivis Ebas Musa me radiguheze qonaxeke nu ya çiroknivisya ku kirase xwedubarekirina nigeran çirandiye. Kurteçiroken ku bi parzuna zimaneki kurtebej u serincrakeş hatine dapalandin; hatine bişaftin li jer roka biluleke biweji ya nujen ku dikare gelek deriyokan li ber afirandina atmosfereke nu ya nivisandina kurteçirokeke rewan zimanxweş hestyar u tijiwate veke.
"Jineke Laşqot" bi hevoken xwe yen dilrevin bi ramanen xwe yen kur u tertiji bi zimane xwe kubar ringiniye ji hesten xwinere xwe tine.