Nivîskarê vê pirtûkê Mihemed Heme Baqi bi belge û nivîsên fermî bi nameyên dewlet konsolos serokeşîr karmed û rêvebiran... û bi xebatên heya niha li ser Serhildana Şex Ubeydullah hatine kirin me gav bi gav roj bi roj li cih û qadên serhildanê digerîne.
Bi hûrgilî û dorfirehî em agahdar dibin ku kîjan eşîr û serokeşîr beşdarî Serhildanê bûye an li dijber Serhildanê rol leyîstiye. Nivîskar bi belge û arşîvên dewlwtên wek Îran Osmanî Rûsya û Îngilîztanê nêrîna wan ya li Kurdan nîşan dide û bi vê jî parçeyek ji dîroka Kurdan dinivîse.