Çiruskek Ji Berxwedana Kobane
Çiruskek Ji Berxwedana Kobane
    • Basım Yılı
    • Sayfa Sayısı
      144
    • Kağıt Türü
      Kitap Kağıdı
    • Ebat
      13 x 19,5
    • Dil
      Kürtçe
    • Cilt Durumu
      Karton Kapak
    • ISBN-13
      9786058304338
    40,00 TL
    26,00 TL
    ÜRÜN SATIŞ DIŞI
    Çîrokên vê pirtûkê didin xuyanîkirin bê wan rojan li vî bajarî çi diqewimî. Ez bawer dikim we nas kir ku ez li vir behsa Kobanê dikim. Ev hêlek e. Ji hêla din ve ev çîrok bi destên zarokên Kobanê bi xwe bi pênûsên keç û xortên wê hatine nivîsandin. Ji ber vê ne tenê çîrokên ku hatine bihîstin û gotin in ji wan bêhtir çavdêriyên rasteqîne yên nivîskarên çîrokan bi xwe ne. Herwisa hin ji van çîroknivîsan xwediyên serboriya wê qonaxa dijwar û giring in ku Kobanê xwedî roleke berbiçav bû ne di destnîşankirina qedera Kurdan tenê de belê di destnîşankirina qedera herêmê bi tevayî de.
    ...

    Ji ber vê yekê û di encama xwendina van çîrokan de mirov digihêje baweriyeke weha ku pirtûka bajarekî hebe wê ev pirtûk hêjayî hilgirtina navê "Pirtûka Kobanê" be. Dibe ku hîn gelek pirtûkên din li ser Kobanê û serboriya wê ya dîrokî bêne nivîsandin lê wê ti pirtûk nikaribe vî navî ji çîrokên keç û xortên Kobanê ku hem li ser axa wê dijîn û hem jî beşdarî dermankirina birînên wê dibin bistîne. Min demeke pir xweş bi xwendina van çîrokan re derbas kir. Ev demeke dirêj e ku em bi kar ked û li ber xwedana keç û xortên ku Kobanê bilind kirin asta sembolekê serbilind in. Niha jî em dikarin bêjin ku em bi nivîs û çîrokên wan ên ku ji nav kûrahiya giyan û hişên van nivîskarên ciwan derdikevin serbilind in. Min çîrokên vê pirtûkê bi hezkirineke mezin xwendin. Van çîrokan hem bi şopa lingên mirina di her çîrokê de ez êşandim û hem jî bi zeftkirina giringtirîn kêlîkên dîroka welatê me yê ku azadî hatiye ber deriyê wî kêfxweş kirim. Ez nizanim wê kêfa her kesî ji çîrokên vê pirtûkê re bê yan na lê ez wê yekê baş dizanim ku xwendevanê vê pirtûkê wê nikaribe careke din bi rehetî li herdu çavên welatê xwe yê tijî hêsir binêre û ji ber xwe fedî neke.                                                                   
     Helîm Yûsiv
    Ürün Kategorileri
    YORUM YAPIN
    Yorum Başlığı:
    Yorumunuz*:
     
    Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
    Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
    Hata Detayı:
    FIRSATLAR
    Taksit Anlaşmamız Bulunan Kredi Kartları
    Güvenli Alış-Veriş
    Sosyal Medya
    © 2024 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır