Ev kiteba Rubaiyat a ku penci çarinen neqandi yen Omer Xeyyam berhev kiriye ji hela şair u niviskar Sabah Kara ve ji orijinala we ya parsi bi zimaneki hunermendane hatiye wergerandin. Di ve wergere de tevi me'naye pivan ü qafiyeyen çarinan ji hatine parastin. Orijinala kitebe ji hela Weşanxaneya İqbal li Tehrane di sala 1984an de bi nave Rubaiyyati Hekim Omer Xeyyam hatiye çapkirin. Di ve kitebe de Rubaiyate parsi tevi wergeren erebi urdu inilizi fransi u almani hatine çapkirin. Me ji di ve çapa xwe de wergeren kurdi yen çarinan tevi parsiya wan peşkeşi xwendevanan kiriye. Bi vi şikli kesen ku bi parsi dizanin de bikaribin wergera kurdi bi orijinala parsi re muqayese bikin Weku xwendevanen pispor ji bi hesani de fehim bikin kurdiya çarinan di sewiyeke zehf bilind de neziki zimane orijinal e. Şayani birxistine ye ku kurdiya van çarinan cara ewil ji Gulana 1994an heta Çileya Paşin a 1995an di hejmaren 20 heta 28e kovara Nubihar de hatine weşandin.