Baba Tahire Uryan kevintirin şaire lor e Irane ye ku şiıra Irane ya niviski bi wi dest pe kiriye. Ev rasti ji hela iraniyan ji te qebulkirin; le mixabin hin ji wan ere lorbuna Baba Tahir tesdiq dikin lebele kurdbuna loran qebul nakin u iddia dikin ku "lor pars in". Ev yek heta deverke te fehimkirin ku çima hin ji iraniyan ve iddiaye diparezin: Lewra eger kurdbuna Baba Tahir qebul bikin ev te we me'naye ku edebiyata Irane bi kurdeki dest pe kiriye; u ev yek li hin ji iraniyan giran te. Li gora çavkaniyan Baba Tahir di sala 1010'ı zayini u 401'ı koçi de wefat kiriye. Lexwe jidayikbuna wi di dawiya sedsala dehan u wefata wi di destpeka sedsala yazdehan de ye. Kiteba ku ji ve wergera me re buye çavkani ji hela Weşanxaneya İqbal di sala 1983yan de li Tehrane u bi nave Diwani Şi' ri Baba Tahiri Uryani Hemedani hatiye çapkirin. Di wergere de me xwe bi pirani bi tertiba ve kitebe ve gireda; lebele me Dubeytiyen ku bi nave Dubeytihayi Meşkuk (Dubeytiyen Biguman) di dawiya kitebe de cih girtine "meşkuk" nehesibandin u li Dubeytiyen din ilawe kirin; u xezelen ku di nav Dubeytiyan u Dubeytihayi Meşkuk de cih girtine me di dawiya kitebe de bicih kirin. Lewra me bi xwe ti cihebuneke di nav Dubeytiyan u Dubeytihayi Meşkuk de tesbit nekir u bi baweriya me yan dive Dubeyti hemu "meşkuk" ben ditin yan ji dive Dubeytiyen Meşkuk ji "meşkukbune" bene derxistin; ku me ji weha kir. Di wergera me de tevi me'naye pivan u qafiyeyen Dubeytiyan ji hatin parastin; u weku xwendevanen pispor ji bi hesani de fehim bikin kurdiya Dubeytiyan di sewiyeke zehf bilind de neziki zimane orijinal e. Jibo ku ev yek baş be ditin me di kitebe de cih da orijinala Dubeytiyan ji. Şayani birxistine ye ku kurdiya van Dubeytiyan cara ewil ji Gulana 1994an u pe ve di kovara Nubihar de hatiye weşandin.