Çîrçîrok dinyaya xeyalan rengûreng û dewlemend dike. Zarok bi vegotin û xwendina çîrçîrokan peyvên nû hîn dibin bi zimanekî dewlemend dikarin bi rêk û pêk xwe îfade bikin. Hêza raman û hestên xwe bi çîrçîrokan dimelînin û dikemilînin. Hunera hizirkirina jiyana nedîtbar bi çîrçîrokan geş dikin. Pêwîste ku hemû dê û bav ji zarokên xwe re çîrçîrokan vebêjin an jî bixwînin. Bi vegotin û xwendina çîrçîrokan di navbera dê bav û zarokan de danûstandineke germ û bi dil û can çêdibe. Di vê pirtûkê de 20 çîrçîrokên Kurdî hene.
Kêç û Mûrî
Carekê cebarekê
Xwedê û pêxember qerarekê
Kûsî rabû ser serê darekê.
Erd hejiya dar leqiyan
Kûsî ket her du çavên wî rijiyan.
Kûsî kete gelek gemiyan
Li dinyayê geriya li behra reş wergeriya
Mişk û mar li hev civiyan.
Hinekan go "axiriya dewrê ye."
Hinekan jî go "na ne axiriya ne dewrê ye
Gurmegurma mîrkuta qîza kurê kerê ye."